Nivîskarekî Kurd çîroka xwe ji K24ê re vedibêje: Ez di girtîgehê de fêrî xwendin û nivîsandinê bûm

Navenda Nûçeyan (K24) – Romannivîsê Kurd Omer Mewlûdî di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24ê de, behsa ezmûna jiyana xwe ya di zindanên Îranê de dike û dibêje: “Di temenê 30 saliyê de, ji ber çalakiyên xwe yên siyasî li Îranê hatim girtin û cezayê darvekirinê ji bo min hatibû birîn.”

Omer Mewlûdî yê 75 salî, li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Dema ku di zindanê de bû, nedikarîbû binivîse û bixwîne, lê tevî ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn jî, bêhêvî nebû, belku di zindanên Îranê de hewl da ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibe.

Vî nivîskarî, zindan û cezayê darvekirinê veguherand bingehek ji bo destpêkirina jiyana xwe ya wêjeyî, ku niha romanên wî îlhamê didin nifşên pêşerojê.

Omer Mewlûdî di hevpeyvîna xwe ligel Kurdistan24 de got: “Dema ku ez di zindanê de bûm, girtiyên din bi ecêbmayî dipirsîn çima tu hewl didî fêr bibî, di demekê de ku cezayê darvekirinê ji te re hatiye birîn.”

Omer Mewlûdî got: “Min wisa bersiv dida: Bi min baş e ku berî bimirim, tiştekî zanibim, ne ku wekî nexwedewarekî bimirim.”

Wî nivîskarê Kurd da zanîn, wî di zindanên Îranê de, kovara “Sirwe” kiribû mamoste û rêberê xwe û bi rêya vê kovarê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kir.

Kovara Sirwe, kovareke çandî-wêjeyî bû ku ji aliyê weşanxaneya Selahaddîn Eyûbî ve li Urmiyê dihat weşandin. Weşanxaneya Selahaddîn Eyûbî bi serperiştiya helbestvanê navdar ê Kurd Seyîd Mihemed Emîn Şêx El-Îslamî Mukrî (Hêmin) piştî hilweşîna rejîma şahînşahî, hat damezrandin.

Kesê ku nedikarîbû bixwîne û binivîse, berûvajî pêşbîniyên hevalên xwe, romanek bi navê “Hezar Şikeft" bi zimanekî şîrîn di zindanên Îranê de nivîsand, ku behsa çîroka evîn û têkoşîna siyasî ya salên şêstî û heftêyî yên sedsala borî li Rojhilatê Kurdistanê dike.

Nivîskarê romanê Omer Melûdî dibêje: “Ji ber ku roman bi hesteke kûr hatiye nivîsandin, her kesê ku ew xwendiye giriya ye.”

Di dawiyê de, cezayê darvekirinê yê Omer Mewlûdî nehat cîbicîkirin û ji zindanê serbest hat berdan. Piştî serbestberdanê, jiyana xwe terxanî nivîsandin û wêjeya Kurdî kir.

Di heman demê de, Omer Mewlûdî roman û çîrokên kurt ên din jî nivîsandine û piraniya berhemên wî ji bûyer û kesayetiyên dîrokî yên rastîn hatine girtin.

Ev nivîskar di wê baweriyê de ye ku roman yek ji wan amûrên bihêz e ku parastina nasnameya Kurdan dike û dibe sedem ku gelek kes bi çanda wan aşna bibin.

Omer Mewlûdî yê 75 salî niha nivîskarek e ku bûye sembolek ji bo kesên ku hewla fêrbûn û zanebûnê didin, ku wî jiyana xwe ji kesekî ne xwendewar di zîndanê de, veguherî nivîskarekî jêhatî di zimanê dayikê de.