Di rûnitşina Civata Wezîrên Îraqê de behsa hinardekirina petrola Kurdistanê nehat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyek ji Civata Wezîrên Îraqê radigehîne ku, di rûnitşina îro ya Civata Wezîrên Îraqê de bi çi awayan behsa pirsa dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nehat kirin.
Tevî ku biryar bû Wezîrê Petrolê yê Îraqê di rûniştina îro (Sêşem, 04.03.2025) ya Civata Wezîrên Îraqê de pêşniyarên kompaniyên petrolê (Apikur) ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrolê berçav bike, lê çavkaniyekê ji wê civatê ji K24ê re got ku, di wê civînê de bi çi rengan behsa wê pirsê nehatiye kirin.
Wê çavkaniyê herwesa got, “Wezîrê Petrolê di wê civînê de li ser çend pirsan axiftiye, lê behsa dubare hinardekirina petrola Herêma Kiurdistanê nekiriye, di demekê de ku biryar bû îro civîna Wezareta Petrolê ya Îraqê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê (Apikur) hatiba kirin, lê ji ber rûniştina Civata Wezîrên Îraqê hat paşxistin.”
Di civîna Yekşema borî ya navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê (Apikur) de, kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hejmareke daxwaziyan ji Wezareta Petrolê ya Îraqê hebû, ji bo piroseya dubare hinardekirina petrolê.
Ew daxwazî jî ev bûn; gerentîkirina dana 16 dolaran ji bo xerciya derxistina petrolê, îmzakirina lihevkirinekê di navbera wan de û dana qerzên kompaniyan. Tevî ku şanda Wezareta Petrolê ragehandibû ku, dê daxwaziyên xwe biriban rûniştina Civata Wezîrên Îraqê û dê li wê derê biryar li ser daba, lê di rûniştina îro de jî behsa wan nehat kirin.