Welatiyên Qamişlo ji bilindbûna nirxên kelûpelan bi qazin in
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê digel başbûna nirxê Lîreya Sûrî, lê hîn jî nirxê kelûpelên xwarinê giran e. Welatî daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin, çavdêriya xwe li ser bazar tund bike û bazirganên ku kelûpelan bi nirxekî giran difroşin siza bide. Serokê Yekîtiya Guhertina Diravan jî dibêje, niha yek dolar li cem 10 hezar Lîreyên Sûrî rawestaye û pêwîst e bazirgan nirxê kelûpelên xwarinê daxînin.
Li Bazara Qamişlo welatî gazindan ji bilindbûna nirxê kelûpelên xwarinê dikin. Yek ji welatiyan dibêje, bazirgan nirxê lîre li beramberî dolar dikirin hincet, lê niha digel başbûna nirxê Lîreya Sûrî li beramberî dolar, hîn jî nirxê kelûpelên xwarinê giran e û daketineke rastî nehatiye tomarkirin.
Welatî Mihemed Hemo: “Nirxê kelûpelan giran e, bi taybet di meha Remezanê de ku pîroz e, divê nirx hinekî dakeve. Pêştir 1 Dolar bi 18 hezar Lîre bû, niha hinekî nirxê Lîreyê baş bûye û her 1 Dolar bi 9 hezar Lîreyê ye, lê hîn jî nirxê kelûpelan wek xwe ye.”
Welatî Ebdulezîz Şêxo: “Li hin dukanan nirx guncayî ne, lê li hin dukanên din nirx danexitine. Dukandar dibêjin pêştir Dolar giran bû û me bi nirxê giran kelûpel kirî ne, eger em dabixin, em ê zirarê bikin. Divê di meha Remezanê de, çavdêriya bazaran hebe.”
Serokê Yekîtiya Guhertina Diravan li Qamişlo Welîd Mihemed dibêje, ji dema ketina rêjîma Beşar Esed nirxê yel Dolar li cem 10 hezar Lîreyên Sûrî rawestaye, pêwîst e nirxê kelûpelan jî daketibana. Herwiha daxwaz ji desthilata li navçeyê kir ku çavdêriya xwe tundir bike û her bazirganekî zêdegaviyan bike, siza bide.
Bilindbûna nirxê kelûplena di demekî de ye, fermanberên hikûmetê yên li navçeyên Rêveberiya Xweser dimînin, zêdeyî sê mehan e mûçeyên xwe wernegirtine. ji ber ku hîn jî Rêveberiya Xweser û desthilata nû ya Şamê negihane rêkeftinekê. Herwiha mûçeyê karmendên Rêveberiya Xweser jî di mehê de nagihe 100 dolaran.