Qasim El-Arecî: Divê PKK û hêzên Tirkiyeyê piştî pêvajoyê aştiyê ji Iraqê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê dibêje, welatê wî dixwaze ku PKK û hêzên Tirkiyeyê piştî serkeftina pêvajoya aştiyê, ji Iraqê derkevin.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî îro 5ê Adarê daxwaz ji çekdarên PKK û leşkerên Tirkiyeyê kir ku piştî pêkanîna proseya aştiyê ji Iraqê derkevin.
Qasim El-Arecî got, ew naxwazin çekdarên PKKê û leşkerên Tirkiyeyê li Iraqê bimînin, ew dixwazin ew bi temamî ji Iraqê derkevin.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê ragihand, hêzên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKKê li Iraqê ne.
Da zanîn jî, “Tirkiye di gelek hevdîtinan de tekez kiriye ku qet çavê wê ne li ser axa Iraqê ye.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.
Piştî vê banga Ocalan, Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê ragihand, li ser Banga Abdullah Ocalan, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”