Brîtanya hejmareke sizayên li ser Sûriyeyê sepandî radike

Navenda Nûçeyan (K24) - Brîtanya hejmareke wan sizayên ku danabûn ser Rijêma Esed radike, Banka Navendî ya Sûriyeyê jî yek ji wan dezgehan e yên ku ew biryara Brîtanyayê vedigire.
Wezareta Gencîneyê ya Brîtanyayê îro (Pêncşem, 06.03.2025) di ragehandinekê de rakirina hejmareke wan sizayên li ser Rijêma Esed sepandibûn ragehand.
Wezareta navbirî ron jî kir, “Ew biryar 24 dezgehên Sûriyeyê vedigire û êdî hejmarên wan bilok namînin.”
Her wê wezaretê amaje jî da, “Banka Navendî ya Sûriyeyê yek ji wan dezgehan e yên ku bi ber wê biryarê ketine û navê wê di lîsta dezgehên sizadayî de namîne.”