Şera sozê dide: Berpirsên komkujiya Ewliyan dê bigihin cezayên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera got, komkujiya Elewiyan metirsiyek e li ser hewildanên wî ji bo yekgirtina welat. Herwiha soz da ku ew ê berpirsiyaran ceza bike, heta ku ew kesên herî nêzîkî wî bin.
Şer û pevçûn ji roja Pêncşema borî ve li parêzgehên beravên Sûriyeyê berdewam in. Li gorî amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, “hejmara kuştiyan heta êvara Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”
Di yekem hevpeyvîna xwe ya bi ajanseke nûçeyan a navdewletî re, ji piştî çar rojan ji pevçûnên tund ên navçeyên Elewiyan li Laziqiye û Tertûsê, Ehmed Şera girûpên alîgirê Esed yên ku ji aliyê biyaniyan ve tên piştgirîkirin, bi berpirsên derketina bûyerên xwînrêj tawanbar kirin. Lê wî qebûl kir ku bûyerên kuştinê yên tolhildanê jî çêbûn.
Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera ji “Reuters” re axivî û got: “Me tekezî li wê kiriye ku Sûriye dewleta yasayê ye. Yasa dê li ser her kesî bê cibicîkirin.”
Herwiha got jî: “Em ji esas ve li hemberî rejîmê derketin û em tenê bi piştgiriya gelê mexdût gihêştin Şamê. Em qebûl nakin ku dilopek xwîn bi neheqî bê rijandin û ev xwîn bê hesab û ceza bê rijandin. Êrîşa li ser gel, êrîşa li ser xwîna wan an jî mal û milkên wan, xeta sor e.”
Şera yekîneyeke leşkerî ya berê ya dilsozê birayê Esed û hêzên biyanî ne, bi berpirsê derketina tundûtûjiyê di rojên dawî de tometbar kir. Lê ew li wê yekê mikur hat ku gelek alî ketin beravên Sûriyeyê û gelek binpêkirin çêbûn.”