21 sal di ser Serhildana 12ê Adarê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – 21 sal di ser serhildana 12ê Adara 2004’an a Rojavayê Kurdistanê li dijî rejîma hilweşiyayî ya Beis re derbas dibe, ku di encamê de zêdetirî 40 kes şehîd bûn, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran jî hatin girtin.
Di 12 Adara 2004an de, li yarîgeha Cîhad a li bajarê Qamişloyê, di dema lîstika futbolê ya di navbera herdu tîmên Cîhad û Fitiwê de, alîgirên Tîma Fitiwê yên ku hemû alîgirên wê Erebên Dêrezorê bûn sivikayetî bi ala û kesayetên Kurdistanê kirin û êrîşî kurdan kir û lîstikgeh bû meydana şer.
Hêzên ewlehiyê yên rêjîma Beis jî bi guleyan êrîşî cemawerê kurd kir, ku hejmarek ji kurdan di lîstikgehê de şehîd bûn û hejmarek mezin jî birîndar bûn.
Xelkê Qamişlo piştre derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşan dan. Rêjîma Sûriyeyê û eşîrên Ereb jî êrîşî kurdan kir. Kurdan ji Qamişlo û heta tevahiya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê, heta Efrînê û kurdên bajarên Heleb û Şamê jî xwepêşandan kir û serî hildan.
Di serhildana 12ê Adarê de, di encama êrîşên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê, zêdetirî 42 welatiyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes ji welatiyên sivîl ên kurd girtin.
Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve zêdetir ji 10 rojan berdewam bû û tevahiya gelê Kurd beşdarî serhildanê bûn.