Encûmena Wezîran a Herêmê: Em bikaranîna zimanê leşkerî û gefan red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 25ê Mijdara 2026an, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, civiya û mijara sereke ya civînê aşkerekirina helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê rêkarên duh ên Hikûmeta Federal de bû.

Encûmena Wezîran tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabend e bi cîbicîkirina hemû erkên xwe yên destûrî û di heman demê de daxwaza cîbicîkirina hemû mafên xwe yên destûrî dike, her wiha wekî her tim amadebûna xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê nîşan daye.

Encûmenê dilgiranî û nerazîbûna xwe ya herî zêde li hember wê daxuyaniyê nîşan da ku bi navê Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê hatiye belavkirin û da zanîn: “Ev binpêkirineke destûrî û ya mafên destûrî yên qewareya Herêma Kurdistanê ye û nîşaneyeke metirsîdar e ji bo bawernekirina bi sîstema federalî û hewldana vegerandina Iraqê bo rejîmeke navendî û merkezî ku ev yek li dijî Destûra Iraqê ye. Ji ber wê em bikaranîna zimanê leşkerî û gefan red dikin ku diyar e planeke pêşwext û kevnar a darêjkirî ye li dijî qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.”

Encûmena Wezîran tekez kir ku Herêma Kurdistanê her tim piştgiriya her rêkareke ji bo rûbirûbûna gendeliyê û her karekî neyasayî kiriye û dê bi berdewamî jî ji bo nehêştin û sînordarkirina her karekî neyasayî ligel Hikûmeta Federal hevkar û hevaheng be; her wiha daxwaz kir ku gendelî û qaçaxçîtiya petrolê li seranserê Iraqê bê jinavbirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Herêma Kurdistanê berhema qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman û xwîna hezaran şehîdan e û kesî xêr bi xelkê Kurdistanê nekiriye. Hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê di anîna holê ya sîstema federalî ya niha ya Iraqê de xwedî roleke çalak û bibandor bûye, xwe wekî xwediyê wê dibîne û ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernade ku ew ne tenê mûçe, budçe û mafên darayî ne, belkî pirs û mafekî siyasî û doza rewa ya xelkê Kurdistanê ye.

Encûmena Wezîran tekez kir ku pêwîst e pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi rêya gotûbêj, danûstandin, têgihiştina hevbeş û di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin û daxwaz kir ku Destûra Hemîşeyî ya Iraqê bi temamî bê cîbicîkirin. Hat diyarkirin ku sedema çaresernebûna pirsgirêkan cîbicînekirina destûrê ye, bi taybetî Madeya 140î ya destûrê ku bi salan e hatiye paşguhxistin û ti gav ji bo asayîkirina rewşa xerab a navçeyên Kurdistanî yên veqetandî nehatiye avêtin.

Her wiha hat destnîşankirin ku pêwîst e li gorî madeyên destûrê, Encûmena Federalî ya Iraqê (Meclisa Yekîtiya Iraqê) bê avakirin û Dadgeha Bilind a Federalî jî li ser bingeha destûrê bi awayekî ji nû ve bê pêkanîn ku derbirê hemû pêkhateyên Iraqê be.

Encûmena Wezîran spasiya xelkê Kurdistanê, hemû alî, hêzên siyasî û pêkhateyan kir û daxwaz kir ku di helwesta xwe ya niştimanî, yekrêzî, hevhelwestî û berevanîkirina li mafên destûrî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de berdewam bin. Her wiha daxwaz ji nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Encûmena Nûnerên Iraqê û Hikûmeta Federal hat kirin ku di rola xwe ya niştimanî de ya ji bo berevanîkirina li mafên xelkê Kurdistanê berdewam bin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Encûmena Wezîran di demekê de ku piştgiriya xwe ya ji bo azadiya bîrûrayê û derbirînê dubare kir, tekez jî kir ku her kesê li dijî qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, prensîbên destûrî û berjewendiyên bilind ên niştimanî yên Kurdistanê tevbigere û xelkê ji bo alozîderxistinê û dijayetîkirina mafên xelkê Kurdistanê han bide, pêwîst e li hember rêkarên yasayî bên girtin.