Sûdanî kuştina Waliyê DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê ragehand

Sûdanî
Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê kuştina Waliyê DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê radigehîne û dibêje, “Kuştina navbirî bi piroseyeke hevpar a navbera hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Hevpeymaniya Navdewletî bû.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (În, 14.03.2025) li ser tora civakî ya Xê kuştina Waliyê DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê Ebdula Mekî, ku wekî Ebû Xedîce tê naskirin, ragehand.

Sûdanî amaje jî da, “Kuştina Ebdula Mekî di operasyoneke hevpar de û bi hevahengiya navbera hêzên ewlehiyê û Hewalgiriya Îraqê û Fermandariya Operasyonên Hevpar û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bû.”

Navbirî eşkere jî kir, “Mekî wekî Cîgirê Cihnişîn postê Waliyê DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê bi rê ve biriye û herwesa Berpirsê Lijneya Destûrdayî û Berpirsê Nivîsîngehên Operasyonên Derve bû.”

Serokwezîrê Îraqê tekez jî kir, “Mekî yek ji bitirstirîn û metirsîdartirîn teroristên Îraqê û cîhanê bû.”

Ebdula Mekî Muslih Refîî li roja 09ê Xizîrana 2023ê ji aliyê Amerîkayê ve li ser lîsta terorê hat zêdekirin.