Hiqûqnasên Bakur: Divê girtiyên nexweş werin berdan û dermankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistinên hiqûqnas û mafên mirovan ên Bakurê Kurdistanê bang kirin ku girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e, ji bo dermankirinê werin azadkirin û mafê hêviyê bo Abdullah Ocalan were nasîn. Hiqûqnasan pêşbînî jî kirin ku dema ku PKK kongreya xwe hilweşandinê li dar bixe û çekan dane, dê gelek guherînên yasayî jî li Tirkiyeyê bo çareseriya pirsa kurd çêbin.

Baroya Diyarbekirê, Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz bi daxuyaniyeke hevpar raportek a rewşa girtiyan ji raya giştî re parve kirin û hat amajekirin, rê nayê dayîn ku girtiyên nexweş werin dermankirin, xwarina wan ne paqij e, di dema lêgerînan de sivikatî li wan tê kirin. Di aşkerekirina raportê de daxwaz hate kirin ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî ji mafê hêviyê sûdê werbigre û bo vê yekê guherînên yasayî jî werin kirin.

Serokê Komîsyona Girtîgehan Ahmed Guler ji K24ê re got: “Me serdana girtîgehên Diyarbekir, Erzingan û Elezîzê kir û derbarê binpêkirinan de raportek amade kir ku di gelek waran de binpêkirinên mafên mirovan rû didin û şert û mercên girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibin. Pêwîst e ku piştî banga Abdullah Ocalan a bo çareseriya pirsa kurd desthilat jî bo mafên hiqûqî û siyasî gavan biavêje. Hijmara girtiyan ji kapasîteya girtîgehan zêdetir e, gelek kes di pêvajoya darazê de girtî dimînin, mafê azadiya raderbirînê tê binpêkirin”

Di civîna aşkerekirina raportê de hiquqnasan got ji bo ku pêvajoya nû ya çareseriyê bi awayeke xurt bimeşe pêdivî bi gavên erênî yên hiquqî heye ku rewşa 600 girtiyên nexweş giran e. Hiquqnas dibêjin di rojên pêş de bo gavên nu dê derfetên baş derbikevin holê.

Serokê Baroya Dıyarbekirê Abdulkadîr Guleç dibêje: “Bangewaziya Ocalan bandor li civakê kir, 2 partiyên nijadperest ne tê de bandor li hemû partiyên siyasî jî kir ku ev yek gelek baş e, bi nêrîna min dema ku PKKê bangwaziya Ocalan cîbicî bike dê rê li ber guherîna zagonan bo çareseriya pirsa kurd bide vekirin.”