Bahçeli peyamekê arasteyî PKKê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê MHPê peyamekê arasteyî PKKê dike û tê de daxwaz dike ku, li roja Yekşema 04ê Gulana îsal kongireya xwe li dar bixe û xwe hilweşîne.
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli îro (Pêncşem, 20.03.2025) peyamek arasteyî PKKê kir ku tê de hatiye, “Divê Rêkxistina PKKê li roja 04ê Gulana îsal li parêzgeha Mûşê kongireya xwe li dar bixe û xwe hilweşîne.”
Serokê MHPê tekez jî kir, “Nabe banga Ocalan ji bo merema danana çekan û hilweşandina PKKê bê paşxistin, divê ew rêkxistin yekser biryarê bide û çekan bide destê dewleta Tirkiyeyê.”
Ev jî di demekê de ye ku, Endamê Komîteya Bicihanînê ya PKKê Murad Qereylan di çavpêkeftineke tilevizyonî de bi kanala nêzî partiya xwe re pabendbûna rêkxistina xwe bi banga Ocalan tekez kir û got, “Em pabendî wê bangê ne, lê divê Hikûmeta Tirkiyeyê derfetê bi Ocalan bide ku bikare piroseya helweşandina PKKê bi rê ve bibe.”
Murad Qereylan herwesa got, “Eger Tirkiye wê yekê neke, piroseya çareseriyê digehe binbestê.” Tekez jî kir, “Em ji bo her ihtîmaleke şer, aştî û piroseya çareseriyê amade ne.”
Şanda Îmraliyê li roja Pêncşemê, 27.02.2025ê, piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocelana bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.
Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”