Yerlikaya: Li seranserê Tirkiyeyê 343 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand, li seranserê Tirkiyeyê 343 kes di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, hatine binçavkirin. 

Wezîrê Navxw yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya îro 22ê Adarê ji hejmara xwe tora civakî “X” de ragihand, “Di çalakiyên ku duh bi şev li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Antalya, Çanakkale, Eskîşehîr, Konya û Edîrneyê hatine kirin de, di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, 343 gumanbar hatin girtin.”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHP'yî Ekrem ligel 105 kesên din roja 19ê Adarê biryara ji aliyê Serdozgeriya Stenbolê ve hatiye dayîn, hatin binçavkirin. 

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji ber du lêpirsînên cuda bi îdiaya alîkariya rêxistinê û tawanên organîze hatiye desteserkirin.