Biryar e CHP îro Îmamoglu ji bo hilbijartinên serokomariyê bike namzed

Navenda Nûçeyan (K24) – Tê çaverêkirin, Ekrem Îmamoglu bi fermî wek namzedê serokomariyê yê CHPê were destnîşankirin.
Hilbijartinên navxweyî yên Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo diyarkirina namzedê xwe ji bo hilbijartinên serokomariyê dê îro Yekşemê bên kirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekram Îmamoglu ku hatiye binçavkirin û çarenivîsa wî ne diyar e, tê çaverêkirin ku CHP wî wek namzedê xwe yê serokomariyê destnîşan bike.
Ev yek di demekê de ye, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja 19ê Adarê tohmeta alîkariya rêxistinê û gendeliya darayî, avêtin ser mala Îmamoglu û ew binçav kirin.
Şeva borî Îmamoglu ji bo Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin û îfadeya xwe da. Dozgerê Giştî jî xwest ku heta dosyaya wî çareser bibe, di girtîgehê de bimîne.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve hatiye dayîn, Îmamoglu di dadgehê de hemû sûcên derbarê xwe de red kirin û weke “bêexlaqî û bêbingeh” binav kirin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Stenbolê, Îmamoglu tekez kir ku tiştên li dijî wî tên kirin, tenê ji bo têkdana kesayetî û duristiya wî ye.
Ji aliyê din ve, CHPê jî xwe ji bo her egerekê amade dike û biryar e roja 06-04-2025an kongreyeke neasayî lidar bixe.