Balyozê Îtalyayê: Em dixwazin li Kurdistanê veberhênanê di çend sektorên cuda de bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Îtalyayê li Iraqê ragihand, kompaniyên welatê wî dixwazin li Herêma Kurdistanê veberênanê di çend sektorên cuda de bikin.

Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccola Fontana îro 23ê Adarê ji K24ê re ragihand: “Ez gelek kêfxweş im ku ev çend roj in li Hewlêrê me, pêwendiyên me yên baş ligel Herêma Kurdistanê hene.” 

Got jî: “Armanca me pêşxistina van peywendiyan e, lewma ez her du mehan carekê ji Bexdayê têm Herêma Kurdistanê ji ber ku bi baweriya min derfetên me yên baş hene ku em bi hev re kar bikin.”

Fontana da zanîn. “Li Hewlêr û Silêmaniyê çend kompanyayên Îtalî hene ku bazirganiyê dikin. Em kêfxweş in ku daxwazek mezin ji bo kelûpel û hilberên Îtalî, nemaze cilûbergan û kelûpelên navmalê dibînin.”

Balyozê Îtalyayê got jî: "“Dibe ku kompanyayên Îtalî di sektorên tenduristî, avahî û bermahiyên jîngehê de veberhênan bikin. Weke Îtalya em jî dixwazin hebûneke me erênî li Herêma Kurdistanê hebe.”