CHPê bi awayekî fermî Imamoglu bo hilbijartinên serokatiya Tirkiyeyê kandîd kir

Navenda Nûçeyan (K24) - CHPê bi awayekî fermî Ekrem Imamoglu ji bo hilbijartinên serokatiya Komara Tirkiyeyê kandîd kir.
Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) Deniz Yucel îro (Duşem, 24.03.2025) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand ku, partiya wan bi awayekî fermî Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê yê zindankirî Ekrem Imamoglu ji bo hilbijartinên serokatiya Komara Tirkiyeyê kandîd kiriye.
Hilbijartinên navxweyî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo diyarkirina kandîdê wê ji bo hilbijartinên bên ên serokatiya Tirkiyeyê duhî (Yekşem, 23.03.2025) hatin kirin.
Dadgeha Dehê ya Tawanan a Stenbolê li Çaxlayanê jî bi tometên birêvebirina rêkxistina tawanan, dan û wergirtina bertîlan, desttêwerdan di tenderên dezgehên giştî de û gendeliya darayî duhî êvarê biryara zindankirinê ji bo Ekrem Imamoglu derxist.
Imamoglu li şeva Şemî, 22.03.2025, ji bo beranberî Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê hat veguhastin û îfade jê hatin wergirtin. Li dû ragehandineke Şaredariya Stenbolê, Imamoglu tevaya wan tometên di derheqa wî de hatine gotin li beranberî dadgehê red kirine û wekî “neexlaqî û bêbingeh” binav kirine.
Ev di demekê de ye ku, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li serê sibeha roja Çarşemê, 19.03.2025, bi ser mala Imamoglu de girt û ew binçav kir.