Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Îranê xwest petrola xwe bi navê Îraqê bifiroşe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê radigehîne, “Îranê xwest bi rêya bikaranîna belgenameyên sexte petrola xwe bi navê Îraqê bifiroşe kompaniyên navdewletî.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî duhî (Yekşem, 23.03.2025) di çavpêkeftinekê de bi kanala El-Îraqiyeyê re behsa pirsa tevlîbûna kompaniya berbazarkirina petrola Îraqê (SOMO) di hinardekirina petrola Îranê bi qaçaxî de û ihtîmala sizadana wê kompaniyê ji aliyê Amerîkayê ve kir.
Heyan Ebdilxenî got, “Hêzên Deryayî yên Amerîkayê destê xwe danaye ser hejmareke keştiyên petrolhelgir ên Îranê û hin belgename tê de dîtine ku ew petrol a Îraqê ye, tevî ku di rastiyê de ew petrol a Îranê ye.”
Navbirî amaje jî da, “Paşî diyar bûye ku ew belgename sexte ne. Wan keştiyên petrolhelgir ên Îranî belgename sexte kirine, ji bo ku wê petrolê bi navê Îraqê bifiroşin kompaniyên navdewletî.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê herwesa ragehand, “Berpirsên Îraqê li ser wê pirsê bi aliyê Amerîkayî re axiftine û ew haydar kirine ku, Bexdayê çi peywendî bi wê mijarê ve nîne. Aliyê Amerîkayî jî hûrgiliyên wê pirsê fêm kirine.”
Ev daxuyanî piştî wê yekê hatin ku, di çend mehên borî de zanyar li ser tevlîbûna kompaniya SOMOyê di hinardekirin û qaçaxkirina petrola Îranê de parve bûbûn, SOMOyê jî ew tomet red kirine.