Civata Nûnerên Îraqê deng bi parêzgehbûna Helebceyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê ji bo danûstandinên li ser pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê û pênc bendên din dicive.
Li dû Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê, Civata Nûnerên Îraqê seet 08:00 ê îşev (Sêşem, 25.03.2025) ji bo danûstandinên li ser şeş bendan dicive. Benda yekê ya wê civînê jî dengdana li ser pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê li Herêma Kurdistanê ye.
Xwandinên yekê û duyê ji bo pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê hatiye kirin, lê gelek caran ji ber dijatiya aliyên Îraqê dengdan li ser wê hat paşxistin. Eger ew pirojeqanûn bê pejirandin, Helebce dibe parêzgeha çarê ya Herêma Kurdistanê piştî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila duhî (Duşem, 24.03.2025) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand ku, bi firaksiyonên Civata Nûnerên Îraqê re axiftiye, ji bo ku pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê bê derbazkirin.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Bi vê pêngavê, daxwaza Serok Barzanî ji Serokatiya Perlemanê û ew soza bi nûner û kesatiyên Helebceyê jî daye tê bicihanîn.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 13.03.2024ê li serdema Serokwezîrê Îraqê yê berê Nûrî Malikî biryara parêzgehbûna Helebceyê derxist, lê rêgiriyên aliyên siyasî yên Bexdayê bûn sedema wê yekê ku parêzgeha çarê ya Herêma Kurdistanê bê itîrafa fermî û budceya taybet bimîne.