Fuad Hisên û Ebas Êraqçî danûstandinan li ser rewşa deverê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îranê danûstandinan li ser pêşhatên Xezze û Libnanê dikin û pêdaçûn ji bo naveroka peyama Serokê Amerîkayê ji bo Îranê dikin.
Wezareta Derve ya Îraqê di ragehandinekê de eşkere kir, “Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî duhî (Duşem, 24.03.2025) êvarê bi rêya tilefonê peywendî bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên kir.”
Wê ragehandinê amaje jî da, “Her du aliyan danûstandinan li ser pêşhatên dawiyê yên Xezze û Libnanê di paşxaneya binpêkirina agirbestê de ji aliyê Israîlê ve û herwesa êrîşên Amerîkayê li ser Yemenê kirin.”
Wezîrê Derve yê Îranê nîgeraniya xwe ji bo wan pêşhatan diyar kir, herwesa kurtiyeke naveroka peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ji bo hevkûfê xwe yê Îraqî behs kir, herwesa tekez kir ku Hikûmeta Îranê bersiva wê peyamê dide.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan danûstandin li ser peywendiyên dualî di navbera her du welatan û pêdivîtiyên peywendî û hevahengiyên hevpar kirin.
Fuad Hisên nîgeraniya xwe ji ber mezinbûna aloziyên deverê diyar kir, pêngavên pêdaçûna di naveroka nameya Serok Trump bilind nirixandin û hêviya xwe diyar kir ku, lihevguhertina wê nameyê ji bo vekirina deriyên danûstandinan di navbera her du aliyan de alîkar be.