Kirîna balafirên F-35 dê tewerekî danûstandinên Fîdan bi berpirsên Amerîkayê re be

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê diçe Waşintonê û bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê û çend berpirsên din re dicive.
Ajansa Anadolu ya Tirkiyeyê li ser zarê hejmareke çavkaniyên diplomasî parve kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li rojên 25 û 26ê yên Adarê bi serdaneke fermî diçe Waşintonê.
Li dû eynî çavkaniyê, Fîdan di wê serdanê de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio û berpirsên din ên wî welatî re dicive.
Ji hingê ve ku Trump bû Serokê Amerîkayê, ev serdana yekê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ji bo Waşintonê ye. Ajansa Anadoluyê amaje jî da, “Pêşbînî tê kirin ku, danûstandin li ser wan pêngavên stratejîk ên ku di peywendiyên dualî yên Tirkiye û Amerîkayê de tên avêtin, tevî amadekariyan ji bo wê serdana di qonaxa bê de li ser astê serokî tên kirin, tên kirin.”
Behsa wê yekê jî hat kirin ku, di wan civînan de danûstandin li ser ser-ji-nû-ve vegeriyana Tirkiyeyê ji bo bernameya kirîna balafirên F-35 û pêdivîtiya rakirina berbestan di rêya piroseyên dabînkirina di pîşesaziya bergiriyê de û pêşhatên herêmî yên ji bo her du welatan giring, wekî rewşa Ukraynayê û pêşhatên Sûriyeyê û derfetên alîkariya girêdayî wan, tên kirin.