Cîhan bi Kurdî diaxive!

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêşangeha Navdewletî ya Kitêban ya Hewlêrê li roja 09ê Nîsanê tê vekirin.

Gera 17ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Kitêban ya Hewlêrê li Parka Samî Ebdirehmanê li roja 09ê Nîsanê tê vekirin û heta 19ê Nîsanê berdewam dibe. Herwesa ev pêşangeh dê li ser rûberê 20 hezar metrên çargoşeyî bê vekirin.

Dezgeha Medayê îro (Sêşem, 25.03.2025) taybet ji Malpera K24ê re ragehand, “Dezgeha Medayê ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî her sal Pêşangeha Navdewletî ya Kitêban ya Hewlêrê bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî û alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rê ve dibe. Îsal 350 xaneyên belavkirinê li 22 welatên Erebî û cîhanî tevlî wê dibin.”

Dezgeha Medayê herwesa got, “Hejmareke wan ji welatên cîran û Mexribê û welatên kendavî hatine, ku ev cara yekê ye tevlî vê pêşangehê dibin.”

Dezgeha navbirî amaje jî da, “Cîhan bi Kurdî diaxive, ev navê gera 17ê ya vê pêşangehê ye, wekî rêzek ji bo zimanê Kurdî û wê livîna berfireh a ku ji wergêrana kitêbên cîhanî bo ser zimanê Kurdî hatiye destpêkirin, herwesa wekî piştevaniyek ji bo nasandina zimanê Kurdî ji aliyê Google’ê ve bi awayekî fermî.”

Her wê dezgehê ron jî kir, “Di rojên pêşangehê de gelek panel û dîbeytên rewşenbîrî li ser wergêranê û zimanî bi tevlîbûna rewşenbîr û şarezayên Kurd û Ereb ve tên kirin, tevî çend komxebatan li ser rewşa kitêban û pêşkeftina pîşesaziya belavkirinê. Ev jî bi hevahengiya Komeleya Belavkirinê û kitêbxaneyên Îraqê.”

Medayê herwesa ragehand, “Her di çarçoveya çalakiyên vê pêşangehê de, danûstandinên rewşenbîrî û çandî yên cuda cuda bi tevlîbûna nivîserên Îraqê û welatên Erebî û cîhanî tên kirin, tevî çalakiyên xwandina helbestan û îmzakirina kitêbên nû. Ev çalakî jî bi hevahengiya Yekîtiya Edîb û Nivîserên Îraqê tên kirin. Herwesa gelek ahengên hunerî û panelên cuda cuda li ser Îraq û deverê tên lidarxistin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment