Cihgirê Ekrem Îmamoglu tê hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî girtin û dûrxistina şaredarên Stenbol û Baykozê, hilbijartin ji bo diyarkirina cihgirên wan dê bê kirin.

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul îro 26ê Adarê diyar kir, dê îro hilbijartinên cihgirên şaredarên Stenbol û Baykozê bên kirin.

Li gorî parêzgarê Stenbolê, hilbijartin dê bi beşdariya endamên meclîsên şaredariyên Stenbol û Baykozê bê kirin.

Endamên CHPê li her du şaredariyên Stenbol û Baykozê ji partiyên din zêdetir in, lewma tê çaverêkirin ku 2 endamên nû yên CHPê bibin şaredarên wekîl.

Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglû roja 19ê Adarê bi tometa “gendelî” û “alîkariya rêxistinê” hatibû binçackirin. Piştre ji aliyê 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê ve cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Şaredarê navçeya Beykozê ya Stenbolê Alaattîn Koseler ku ser bi CHPê ve ye, roja 27ê Sibatê ligel hejmarek kesên din hatibû binçavkirin. 

Dadgeha Cezaya Çaksazî ya Baykozê roja 4ê Adarê di rûniştina yekemîn de, cezaya girtîgehê 13 girtiyan birî ku di nava wan de, Şaredarê Baykozê Alaettîn Kosler hebû.