Parêzgera Helebceyê spasiya firaksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Îraqê dike

Nuxşe Nasih
Nuxşe Nasih

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgera Helebceyê zêdebarî spasîkirina firaksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Îraqê, hêvî kir ku di civînên bên ên Civata Nûnerên Îraqê de deng li ser pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê bê dan.

Parêzgera Helebceyê bi wekalet Nuxşe Nasih îro (Çarşem, 26.03.2025) di konferanseke rojnamevanî de got, “Ez spasiya tevaya firaksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Îraqê dikim, ji ber wê hemî bizav û westiyana wan ku ji bo dengdana li ser parêzgehbûna Helebceyê dîtiye.”

Nuxşe Nasih herwesa got, “Ez spasiya firaksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Îraqê dikim, ji ber ku biryar daye tevlî çi rûniştinan nebin eger pirsa parêzgehbûna Helebceyê benda yekê ya bernameya karê Civata Nûneran nebe.”

Parêzgera Helebceyê herwesa got, “Ev mijar zêdetir mirovî ye ne siyasî, û ji xem û azarên xelkê Helebceyê ji wan hemî nexweşiyan û kîmyabarana bi serê wan hatî kêm dike.”

Parêzgera navbirî hêvî jî kir ku, di rûniştinên Civata Nûnerên Îraqê yên piştî cejna Remezanê de deng li ser wê pirojeqanûnê bê dan.

Biryar bû Civata Nûnerên Îraqê îşev li dû wî xişteyê ku parve kiribû ji bo dengdana bi parêzgehbûna Helebceyê û çend pirojeqanûnên din rûne, lê ew rûniştin ji bo cara duyê hat paşxistin.