Dicle bûye cihê gilêşî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber avêtina bermayîkên pizişkî û wesgehên karebê bo nav rûbarê Dicleyî li Îraqê, wî rûbarî rengê xwe yê şîn winda kiriye û bûye çavkaniyeke nexweşî û vîrosan.

Şarezayê Jîngehê Omer Ebdilletîf ji K24ê re ragehand, “Bermayîkên bajarên pizişkî û wesgehên karebê li nêzî serbazgeha Reşîdê tên dîtin, ev jî sedemên serekî yên pîsbûna ava Dicleyî ne.”

Omer Ebdilletîf herwesa got, “Divê aliyên berpirsyar vê yekê bi lez çare bikin ji ber ku eger wesa nekin, di dema pênc heta deh salên bê de pîsbûna vî rûbarî dê bi hezaran kesan tûşî kanserê bike.”

Sebah Igêlî yê çavdêr jî got, “Çi rêkarên rastîn ji aliyê hikûmetê ve ji bo rawestandina pîsbûna ava Dicleyî nehatine bicihanîn, mixabin kompanî û dezgehên darayî ev nîmeta Xudê ji bo gilêşdank û cihê kombûna vîros û nexweşiyan guhertiye.”

Pizişkan tirs ji wê yekê heye ku, pîsbûna ava rûbarê Dicleyî bibe sedema bilindbûna rêjeya kanserê ji ber ku ev nexweşî li vê dawiyê li Îraqê gelek belav bûye.

 
Fly Erbil Advertisment