Serok Barzanî cejna Remezanê li Misilmanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi helkefta cejna Remezanê pîrozbahiyê li Misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê dike, herwesa hêvîdar e ev cejn ji bo tevaya mirovatiyê aştî û xêr û tenahî be.
Serok Mesûd Barzanî îro (Şemî, 29.03.2025) bi helkefta hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozkirinê parve kir.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye, “Bi helkefta cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî Misilmanên cîhan û Îraq û Kurdistanê dikim, herwesa ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û tevaya welatiyan Kurdistanê dikim.”
Serok Barzanî herwesa gotiye, “Di vê helkefta pîroz da, ez daxwaza xweşî û tenahiyê ji bo xelkê xweşevî yê Kurdistanê dikim û ji Xudayê mezin dixwazim ku rojî û îbadetê hemî Misilmanan qebûl bike.”
Serok Barzanî herwesa hêvî jî kir ku, ev cejn aştî û xêr û tenahiyê ji bo tevaya mirovatiyê bi xwe re bîne.