Malikî: Metirsiyeke mezin li ser hilbijartinên bê yên Îraqê heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dewleta Qanûnê haydariyê li ser hebûna metirsiyeke mezin li ser hilbijartinên bê yên Îraqê dide. Tekez jî dike ku li paşerojê wê metirsiyê eşkere dike.
Serokê Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî îro (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) eşkere kir ku, metirsiyeke mezin li ser hilbijartinên bê yên Îraqê heye, bê ku naveroka wê metirsiyê eşkere bike, herwesa tekez li ser giringiya birêveçûna piroseya hilbijartinan bi tevlîbûneke berfireh a dengderan kir.
Malikî tekez jî kir ku li paşerojê nasnameya wê metirsiya li ser piroseya hilbijartinan heye eşkere dike. Daxwaz jî kir ku pabendî lihevkirin û peymanan bin, pêxemetî parastina hilbijartinan û hemî sextekariyan û pûçkirina samanên welatî û yarîkirina bi armancên hilbijartinan.
Herwesa daxwaz jî kir ku, guh nedin gotarên wan kes û aliyan ên ku ji tevlîbûna di piroseya dengdanê de xelkî sar dikin û got, “Yekane rê ji bo rêgirtina li metirsiyan tevlîbûna berfireh a welatiyan di wê piroseyê de ye.”