Mesrûr Barzanî: Divê civaka navdewletî li ser parastina gelê Kurdistanê berdewam be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, “Pêwîste civaka navdewletî li ser parastina gelê Kurdistanê û parastina mafên wî berdewam be.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 5ê Nîsanê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, “Di salvegera biryara 688 a Encûmena Asayişa Neteweyên Yekgirtî de ku dawî li êrîş û zordariya rejîma Beis anî, em rêz û pêzanîna xwe ya ji bo piştgiriya civaka navdewletî dubare dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Pêwîste civaka navdewletî li ser parastina gelê Kurd û parastina mafên wî berdewam be.
Fransa di destpêka Nîsana 1991an de projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tê de daxwaz kir ku komkujiya Iraqê ya li dijî gelê kurd şermezar bike ku ji ber di dema şerê kendavê de serî hilda û gelê kurd dest bi raperînê kir.
Ev yek bû sedema ku di 5ê heman mehê de biryara 688 ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve were derxistin û tê de bang li Iraqê hate kirin ku dest ji kuştina kurdan berde û rêzê li mafên mirovan bigirin.
Biryarê daxwaz ji sazî û rêxistinên hawarçûnê yên Neteweyên Yekgirtî kir ku alîkariya koçberan bikin ku ji ber zilma rejîmê nêzî milyonek kurdên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Îranê û Tirkiyeyê û koçber bûn. Herwiha daxwaz ji Iraqê kir rê bide sazî û rêxistinên mirovî yên Neteweyên Yekgirtî bi azadiyeke temam alîkariyan bigihin her cihekî ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe.