Ozgur Ozel dubare wekî Serokê CHPê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi dengên zêdetirî hezar û 100 endamên kongireyê, Ozgur Ozel dubare wekî Serokê CHPê hat hilbijartin.
Kongireya neasayî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) li serê sibeha îro (Yekşem, 06.04.2025) hat lidarxistin. Berî wê kongireyê sê kesan xwe ji bo postê serokatiya wê partiyê kandîd kiribû, lê du ji wan xwe vekêşa û Ozgur Ozel bi wergirtina dengên 1171 endamên wê partiyê dubare wekî Serokê CHPê hat hilbijartin.
Ozgur Ozel di kongireya asayî ya CHPê de, ku li sala 2023ê hatibû lidarxistin, bi wergirtina 812 dengan bi ser hevrikê xwe Kemal Kiliçdaroglu keft û bû serokê wê partiyê.
Kongireya neasayî ya CHPê di demekê de ye ku, piştî desteserkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu, Ozgur Ozel ragehandibû ku, biryar daye ji bo rêgirtina li danana Qeyûm kongireya neasayî li dar bixin.
Partiya Gel a Komarî (CHP) partiyeke çep e, li ser destê Mistefa Kemal Ataturk li sala 1923ê hatiye damezrandin. Piştî mirina damezrînerê wê, hin caran di hikûmetê de û çend caran jî li derveyê hikûmetê bû, heta niha 38 kongireyên asayî û 21 kongireyên neasayî li dar xistine.