Serok Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê peyamek pêşkêşî aliyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Nîsanê 17emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma “Cîhan Bi Kurdî Diaxive” vekir û gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de pêşwazî li beşdar û amadebûyan kir û got: “Îro li Hewlêrê 17emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan hat vekirin, ev jî bûye nerîtek ku cihê dilxweşiya me ye. Destxweşî li Fexrî Kerîm, Yaneya El-Meda û her kesê ku beşdarî cibicîkirina bernameyên pêşangehê bûne dikim. Sal bi sal dibînin ku Pêşangeha Pirtûkan bi pêş ve diçe û hêviya berdewamiyê dixwazim.”
Serok Barzanî got jî: “Em li Herêma Kurdistanê berevanî û pabendbûna xwe bi ferhenga pêkvejiyanê, hevqebûlkirin, azadiya derbirînê û azadiya ol û mezhebê dikin û em bi vê ferhengê şanaz in.”
Divê di zûtirîn dem de hikûmetê pêk bînin
Serok Barzanî derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmetê de got: “Rewşa Herêma Kurdistanê ji rewşa giştî ya navçeyê ne dûr e. Cotmeha par li Herêma Kurdistanê hilbijartin hebûn. Gelek kesan, gelek partiyan wisa difikirîn ku hilbijartin çênabe, an jî eger hilbijartin çêbibin dê pirsgirêkên mezin derkevin holê. Hilbijartin hatin kirin û bi şahidiya Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên hatin, ew hilbijartineke pak bû.”
Herwiha got: “Dibe ku li cîhanê ti hilbijartinên bêkêmasî nebin, lê li gorî hilbijartinên berê, hilbijartinek pir û pir baş bû û encamên wê jî diyar bûn. Em hîn jî dixwazin bi hemû kesên ku kursî bi dest xistine re hikûmet û kabîneyê ava bikin. Kurdistan ya me hemûyan e û em hemû xwişk û bira ne.”
Serok Barzanî got jî: “Ne xweş e hevdu bişkînin, bila opozisyon hebe, lê divê opozisyon rêyeke baştir nîşanî kabîne, hikûmet û parlamentoyê bide. Bila rûpelek nû vebe. Careke din bang li hemû aliyan dikim ku beşdar bibin, lê berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê YNK û PDKê. Heta niha gavên baş avêtine, lê hîn dem maye. Divê di zûtirîn dem de kar bi dawî bikin û kabîneyê pêk bînin, ji ber ku wek em dibînin li derdora me û li hemû cîhanê krîzek mezin derketiye û dibe ku krîzên mezin li ser rê derkevin. Ji ber vê yekê yekane şertê serkeftina kurdan yekitiya kurdan e. Kurd û Kurdistanî. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Pêşniyara min ji hemû aliyan re, bi taybetî YNK û PDK’ê ew e ku di avakirina kabîneyê de lezê bikin.”
Rewşa Iraq û navçeyê.. Şerekî mezin çêbûne
Di derbarê rewşa Iraqê bi giştî û bi taybet peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de, Serok Barzanî got: Di navbera Bexda û Hewlêrê de hinek pirsgirêk heta asteke baş hatine çareserkirin, lê hîn gelek kar maye. Piştî rûxandina rejîma Beis di sala 2003 de, Iraqa nû li ser sê prensîbên bingehîn hate damezrandin; Hevkarî, hevsengî û lihevkirin. Mixabin, pabend pê nehat kirin. Di sala 2005’an de destûrek ji bo Iraqê hat amadekirin û di wê destûrê de kurdan roleke sereke lîst û ji sedî 85’ê gelê Iraqê deng danê. Eger pabendbûna bi destûrê bihata kirin, belkî gelek pirsgirêkên Iraqê bi giştî û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bi taybetî rû nedabana. Niha çareseriya bingehîn, vegera van her sê prensîban û pabendbûna bi destûrê ye. Ji bo vê mebestê jî, çi were xwastin, em amade ne.”
Serok Barzanî got: “Hemû hêzên hene, çi li Herêma Kurdistanê û çi li Bexdayê, divê cesareta wan hebe ku li şaşitiyên xwe mikur bên û qonaxeke nû vekin, da ku Iraq rûbirûyê pirsgirêkên mezintir nebe. Weke em dibînin li der û dora me pirsgirêkên mezin hene, şerên mezin çêbûne. Em hêvî dikin ku ev şer bi lez bidawî bibin û êşa van gelan bi dawî bibe, çi li Filistînê, çi li Libnanê û çi li her derê din. Lê ya herî girîng ew e ku yên li Bexdayê desthilatdar in, divê bi hemû hêza xwe kar bikin, da ku Iraq ji van şeran dûr be.”