Amerîka sizayên nû li ser Îranê disepîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka pênc dezgehan û kesatiyekî bi tometa alîkarî û çavdêriya bernameya atomî ya Îranê siza dide.

Du rojan piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump niyeta xwe ji bo danûstandinên bi Îranê re ragehand, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê pênc dezgeh û kesatiyek bi tometa alîkarî û çavdêriya bernemaya atomî ya Îranê siza dan.

Wezîrê Gencîneyê ya Amerîkayê Scott Bessent îro (Çarşem, 09.04.2025) got, “Bizavên Îranê ji bo bidestxistina çekê atomî li ser Amerîkayê, seqamgiriya cîhanê û deverê gefeke mezin e.”

Scott Bessent amaje jî da, “Ên ku hatine sizadan ji bo rêkxistina enerjiya atomî ya Îranê û kompaniyên teknolojiya senterfiyocî ya wî welatî kar kiriye.”

Navbirî tekez jî kir ku, hemî alav û desthilatên xwe ji bo têkdana bizavên Îranê yên ji bo bidestxistina çekê atomî û bcihanîna ecêndaya wan a têkderane bi kar tînin.

Ev zêdetirî bîst salan e ku bizavên çarekirina nakokiyên li ser bernameya atomî ya Îranê berdewam in lê heta niha bê encam bûne, welatên rojavayê bernameya atomî ya Îranê li ser xwe û cîhanê wekî gef dibînin.

 
Fly Erbil Advertisment