Tendirustiya Soranê: Gelek nemaye nexweşxaneya Sîdekanê bê temamkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Gelek nemaye ku nexweşxaneya Sîdekanê bê temamkirin û welatiyên wê mirtah bibin û êdî pêdivî nake serdana nexweşxaneya Soranê bikin.
Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Soranê Kameran Mela Mihemed îro (Çarşem, 09.04.2025) ji malpera K24ê re got, “95% ya karên nexweşxaneya 25 textî ya Sîdekanê hatine temamkirin, û li paşerojeke nêzîk qonaxa dabînkirina kelûpelan dest pê dike.”
Kameran Mela Mihemed herwesa got, “Ev dibe nexweşxaneya yekê li ser astê Herêma Kurdistanê li deverên sinorî ku bi vî awayê berfireh xizmetkariyan pêşkêş dike, pişkên hawarhatinê û operasyonên giştî û zarokbûnê û şêwirmendiya pizişkî û ezmûngeheke serdemane tê de ne.”
Berê binyatî ji bo Nexweşxaneya Giştî ya Sîdekanê di kabîneya borî de hatibû danan, lê ji ber şerê DAIŞê karên wê rawestiyan û di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de fermana temamkirina wê hat dan.
Bi temambûna wê nexweşxaneyê, qerebalixeka zêde li ser nexweşxaneya Soranê kêm dibe û alîkariyeke baş ji bo welatiyên deverên sinorî dike.
Bajarkê Sîdekanê girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê ye, dikeve 144 kîlometrên pişka bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê û bi Îranê re hevsinor e.