Ehmed Şera gehişt Îmaratê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê yê demkî bi hevaltiya Wezîrê Derve yê Sûriyeyê gehişt Îmaratê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îmaratê ve pêşwaziya wan hat kirin. Li dû ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê, Şera dixwaze peywendiyên xwe yên bi Îmaratê re pêş bixe.
Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera îro (Yekşem, 13.04.2025) bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bi serdaneke fermî gehişt bajarê Ebûzebî yê paytexta Îmaratê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdila Bin Zayîd ve pêşwaziya wî hat kirin.
Ajansa SANAyê ya nûçeyan a Sûriyeyê parve kiriye, “Ehmed Şera û şanda pê re bi Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayîd re danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên navbera xwe û çend pirsên din kirin.”
Ev serdana duyê ya Serokê Sûriyeyê yê demkî ji bo kendavî ye, piştî serdana wî ya ji bo Siûdiyeyê.
Berî gehiştina xwe ji bo Îmaratê, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di balafirê de li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsîbû, “Em ber bi Îmarata Hevgirtî ya Erebî ve diçin û em hilgirên hêvî û umêdên gelê xwe ne.”
Navbirî amaje jî dabû, “Em bizavê dikin ku peywendiyên birayane û alîkariyê bi birayên xwe re li Îmaratê xurtir bikin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê me bike û peywendiyên dîrokî yên navbera me xurtir bike.”