Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkayê danûstandinan li ser giringiya hinardekirina petrolê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeke Kongirêsa Amerîkayê tekezê li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem dikin, şanda Kongirêsa Amerîkayê piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê tekez dike û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî balê dikişîne ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên enerjî û kareb û sîstema bankê de.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 13.04.2025) pêşwaziya şandeke Kongirêsa Amerîkayê kir, ku ji endamên Kongirêsê Adam Smith, Michael Baumgartner, Sarah Jakobs, Wesley Bell, George Whitesides û şanda pê re pêk hatibû.
Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê û deverê û zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê li hev guhertin.
Şanda Kongirêsê kurtiyek li ser armanca serdana xwe pêşkêş kir, herwesa amaje da pêgeha giring a Herêma Kurdistanê li Îraqê û deverê û piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û piştgiriyên berdewam ên Wîlayetên Hevgirtî yên Amerîkayê diyar kirin, herwesa bal kêşa ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên enerjî û kareb û sîstema bankê de.
Di pareke din a wan danûstandin de, her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem kir.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê, giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û herwesa guhertinên Sûriyeyê û piroseya aştiyê li Tirkiyeyê jî mijarên tewerekî din ê danûstandinên wê civînê bûn.