Parêzgara Helebceyê: Îro ji bo xelkê Helebceyê rojeke dîrokî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku parlamentoya Iraqê projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand, ragihand, “Îro ji bo xelkê Helebceyê, rojeke dîrokî ye.”
Parlamentoya Iraqê îro 14ê Nîsana 2015an, bi praniya dengan projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand.
Parêzgara Helebceyê bi wekalet Nuxşe Nasih îro 14ê got: “Îro ji bo xelkê Helebçeyê rojek dîrokî ye, em spasiya hemû kesên ku di vê yekê de rol lîstine, dikin û em spasiya Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin.”
Parêzgara Helebceyê her wiha got: “Yekhelwestiya partiyên siyasî, berhema wê parêzgehbûna Helebçeyê û aramiya malbatên şehîdan bû.”
Nuxşe Nasih got jî: “Em hêvî dikin ku aliyên siyasî ji bo bidestxistina hemû mafên gelê Kurd, helwestek yekgirtî bigirin.”