Şaxawan Abdullah: Pejirandina parêzgehbûna Helebçeyê, kêmtirîn dilsoziya ji bo qurbaniyên wê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê got, pejirandina projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê, kêmtirîn dilsoziya ji bo qurbaniyên Helebçeyê ye.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Abdullah îro 14ê Nîsanê spasiya hemû fraksiyonên Kurdî kir ji bo piştgiriya projeyasayê û pejirandina wê ji aliyê parlamentoyê ve.
Şaxewan Abdullah got, hin aliyan astengî çêkirin da ku pêşî li derbasbûna projeyasayê bigirin, lê piştî gelek hewldanan wan karî van astengiyan ji holê rakin.
Şaxewan Ebdullah tekez kir, hincetên hin aliyên Iraqî ne li gorî asta qurbaniyên Helebçeyê ne, ji ber ku pirsa Helebceyê pirseke manewî ye û pejirandina vê projeyasayê kêmtirîn dilsozî ye ji bo qurbaniyên Helebceyê.
Parlamentoya Iraqê îro 14ê Nîsana 2015an, bi praniya dengan, projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand.
Bi pesendkirina projeyasayê ji aliyê parlamentoyê ve, Helebce piştî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, diba parêzgeha çarem a parêzgeha Herêma Kurdistanê ku bi fermî hatiye naskirin. Herwiha dibe parêzgariya 19emîn li ser asta Iraqê.