Sûdanî serê sala Êzidiyan pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê serê sala Êzidiyan pîroz dike û hêviya cejneke xweş jê re dike.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 15.04.2025) di rûnirştina Civata Wezîrên Îraqê de, berî ku danûstandin li ser pirs û mijaran bên kirin, serê sala Êzidiyan li Êzidiyên Kurdistanê û Îraqê pîroz kir.
Mihemed Şiya Sûdanî hêvî jî kir ku Êzidî cejna xwe bi xweşî û şahî bikin, herwesa amaje da ku sibe (Çarşem, 16.04.2025) ji ber serê sala Êzidiyan li Îraqê bêhnvedana fermî ye.
Sibe li Herêma Kurdistanê jî, ji ber serê sala Êzidiyan, li tevaya dezgehên fermî û navendên xwandinê bêhnvedana fermî ye.