Yaneya Dihokê bû qehremana Cama Kendavî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di yariya dawiyê ya Cama Kendavî de, Yaneya Dihokê bi du golan li bernaberî golekê li beranberî Yaneya Qadisiyeyê ya Kwêtî bi ser keft.

Yaneya Dihokê ya Werzişî îro (Sêşem, 15.04.2025) di qehremaniya Cama Kendavî de rûbirûyî Yaneya Qadisiyeyê ya Kwêtî bû, yarî jî bi encamê du golan li beranberî golekê di berjewendiya Yaneya de bidawî hat.

Golên Dihokê li deqîqeyên 66 û 93ê ji aliyê Siyabend Egîd û Marlon Dos Sanstos ve hatin tomarkirin, yekane gola Yaneya Qadisiyeyê jî li deqîqeya 70 ji aliyê MihemedSole ve hat tomarkirin.

Ev jî cara yekê ye di dîrokê de ku yaneyeke Kurdî dibe qehremana Cama Kendavî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li nav Yarîgeha Dihokê amade ye û tevlî pêşkêşkirina xelatan bi yarîzanên her du yaneyan dibe.

Yaneya Dihokê di vî werzî de ji şeş yariyên qonaxa komên Cama Kendavî du caran bi ser keft û du caran jî wekhev bû û di yariyekê de jî şkest, bi komkirina 9 xalan jî, wekî duyema koma yekê gehişt qonaxa duyê.

Qehremaniya Cama Kendavî ji bo cara yekê li sala 1982ê hat despêkirin û ji wê demê ve çi yaneyeke Îraqî û Kurdî tevlî wê qehremaniyê nebû, heta îsal ji bo cara yekê Yaneya Dihokê tevlî wê bû û karî bigehe yariya dawiyê û serkeftinê tomar bike.