Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Elî Elaq danûstandinan li ser pirojeya Hejmara Min dikin

Mesrûr Barzanî û Elî Elaq
Mesrûr Barzanî û Elî Elaq

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 16.04.2025) pêşwaziya Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê Elî Muhsin Elaq kir.

Di wê hevdîtinê de, gengeşe li ser pêşkeftinên piroseya dîjîtalkirina xizmetkariyên darayî û pirojeya Hejmara Min hatin kirin. Her du alî li ser pêdivîtiya kêmkirina bikaranîna kaş di bazaran de hevnerîn bûn. Ji vî alî ve jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, Hikûmet li ser berdewamkirina piroseya paredana dajîtal berdewam dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê kir, ji bo piştevanîkirina çaksaziyên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û herwesa pesna pilanên parastina çaksazîkirina di sîstema bankê de jî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo hevahengîkirina bi wan dezgehan re tekez kir ku, di çarçoveya qanûn û rênimayên Banka Navendî de kar dikin.

 

 
Fly Erbil Advertisment