Hoşyar Zêbarî: Em dikarin li gorî ezmûna xwe alîkariya birayên xwe yên li Sûriyeyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî diyar kir, guhertinên li Sûriyeyê rû dane û encamên wê dê bandorê li welatên cîran jî bike. Herwiha got: “Li gor ezmûna xwe li Herêma Kurdistanê em dikarin alîkariya birayên xwe yên li Sûriyeyê bikin.”
Zêbarî di çarçoveya penalekê di Dîdara Silêmaniyê de got: “Peymana di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de, bi piştgiriya me û hevalbend û cîranên me, Amerîkayê û Fransayê, gaveke pir girîng bû, ji bo ku Kurdên Sûriyeyê di pêşeroja siyasî ya Sûriyeyê de roleke wan hebe û tiştê ku hatiye ragihandin tenê destpêk e.”
Derbarê rûxana rêjîma Esed de got jî: “Di 8ê Berçileya a sala borî de, li Sûriyeyê û herêmê bi giştî erdhejeke siyasî çêbû. Hemû welatên derdora Sûriyeyê dê ji vê guhertina mezin a ku kesî hêvî nedikir, bi bandor bibin.”
Zêbarî got: “Piştî 50 salan ji destêwerdana biyanî, tepeserkirina navxweyî û nearamiya li navçeyê, em niha bi qonaxek diyarker re rûbirû ne ku dê Sûriyeya nû diyar bike û dê ji Sûriyeya kevin cuda be. Gavên ku ji aliyê rayedarên niha yên Sûriyeyê ve hatine avêtin tenê destpêk in, her çend ez difikirim ku ew ne pir temam in û hewceyê bêtir beşdarbûn û vekirîbûnê ne.”
Endamê Komîteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê amaje bi wê jî kir: “Li gorî ezmûna me ya di diyarkirina daxwazên xwe de di çarçoveya Iraqeke federal de, em dikarin alîkariya birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin. Li Rojava hêzên siyasî hene û xala bingehîn ew e ku eniya Kurdan yek bibe. Ev xala bingehîn e, her wekî ku me piştî hilweşîna rejîma Iraqê kir, ku wekî tîmekê çûn Bexdayê.”
Zêbarî tekezî li ser piştgiriya partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir, lê di heman demê de pêwîst dît ku daxwazên wan "rastîn û hêja" bin. Herwiha got: “Em ti rêbazekê pêşniyar nakin, lê carinan zehmet e ku ezmûna Herêma Kurdistanê li deverên din were sepandin an jî dubarekirin. Tiştê ku me li vir bi dest xistiye, encama bûyerên dîrokî bû.”