Malbatên qurbaniyên Enfalê daxwaza qerebûkirinê ji hikûmeta federal dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi dehan kesûkarên qurbaniyên komkujiyên Enfalê li Herêma Kurdistanê, daxwaz ji Hikûmeta Federal a li Bexdayê kirin ku termên kesûkarên wan vegerînin Herêmê û qerebûyên wan weke kesûkarên şehîdên Iraqê xerç bikin.
Ev daxwaz duh Yekşemê 20ê Nîsana 2025an, di kombûneke kesûkarên qurbaniyên komkujiyên Enfalê li pêşiya Saziya Şehîdan li Bexdayê de hat kirin.
Aso Hemîd, kurê yek ji qurbaniyên Enfalê ji K24ê re got, şandeyek ku ji zêdetir ji 200 kesûkarên qurbaniyên Enfalê ji deverên Germiyan, Kerkûk, Çemçemal, Koye û deverên din pêk dihat, beşdarî xwepêşandanê bûn û daxwaza vegerandina termên kesûkarên xwe, naskirina fermî ya tawanên Enfalê, herwiha dayîna qerebûyên darayî wek kesûkarên şehîdên Iraqê kirin.
Aso Hemîd herwiha da zanîn, şandeya wan îro sibeha Duşemê, 21ê Nîsana 2025an, serdana Nigre Selman û beyabana Semawê kir cihê ku kesûkarên wan bi komî hatine binaxkirin. Herwiha amaje bi wê yekê kir, wî zaroktiya xwe li zîndana Nigre Selman derbas kiriye.
Kesûkarên qurbaniyên Enfalê li pêşiya Saziya Şehîdan li Bexdayê kombûnek li dar xistibûn û tê de çend daxwaz pêşkêş kiribûn, ku yên herî girîng ev bûn: Lezkirina vegerandina termên kesûkarên wan û sererastkirina rewşa wan a yasayî û darayî bi awayekî ku li gorî karesata ku bi serê wan hatibû, be.