Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Erebî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Nîsanê pêşwazî li Serokê Parlamentoya Erebî Mihemed El-Yemahî kir.

Di civînê de, ku Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî beşdar bû, Serokê Parlamentoya Erebî dilxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û pêşketin û geşbûna Hewlêr û Herêmê pesinand. 

Herwiha Mihemed El-Yemahî kurteyek derbarê kar, çalakî û armancên serdana xwe ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û xwesteka xwe ya ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevkarî û karê hevbeş bi Parlementoya Ereb re kir û daxwaz ji wan kir ku rola xwe di zelalkirina rastiyan û piştgiriya sîstema federal a Iraq û Herêma Kurdistanê de bilîzin.

Amadekariyên lidarxistina Lûtkeya Erebî li Bexdayê, beşeke din a guftûgoyên hevdîtinê bû.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment