Mesrûr Barzanî û Berhem Salih rewşa Îraqê û deverê gengeşe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Îraqê yê berê dicivin û her du alî dîtin û nerînên xwe li ser bizav û danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev diguherin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 22.04.2025) pêşwaziya Serokkomarê Îraqê yê berê Berhem Salih kir.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û deverê hatin kirin.
Herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser bizav û danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev guhertin û tekez li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz û hevgirtî bi zûtirîn dem kir.