Amadekariyên Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê bidawî hatine

Navenda Nûçeyan (K24) - Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê ji bo sala sêyê bi rê ve diçe û hejmareke komên Kurdî ji derveyê Herêma Kurdistanê tevlî wê dibin.

Serperiştê Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê Dilxwaz Mûsa îro (Sêşem, 22.04.2025) ji malpera K24ê re got, “Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê li roja Sêşema bê (29.04.2025) dest pê dike û ji bo dema du rojan berdewam dibe.”

Dilxwaz Mûsa herwesa got, “Di her du rojan de panelên taybet bi rê ve diçin, êvaran jî dê li nêzî Pira Delalê be û hejmareke bendên taybet ên hunerî yên folklorî vedigire.”

Navbirî amaje jî da, “30 berçavkerên kincan ji kur û keçan tevlî wê dibin, hejmareke komên Kurdî ji Kurdên Xorasan û Kirmanşan û Bedlîs û Qamişloyê jî tevlî wê dibin, ji bilî ku gelek komên din wekî mêvan amade dibin.”

Serperiştê Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê eşkere jî kir, “Komên dengbêjan ji çend deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dê bi me re bin û koma Heyranbêjên Hewlêrê jî di nav de ye û ji bo her du rojan jî hunermend Hesen Şerîf û Şehrîvana Kurdî bi deng û stiranên xwe yên Kurdî wê festîvalê germ dikin.”

Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê ji bo sala sêyê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi rê ve diçe, wesa jî hejmareke zêde ya geştyaran berê xwe dide Zaxoyê.

 
 
Fly Erbil Advertisment