Xoşnaw Aqobanî: Li paşerojeke nêzîk lihevkirin li ser pêkanîna hikûmetê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Ragehandina Perlemana Kurdistanê radigehîne, “Li dû qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hilweşandina her gereke perlemanê bi çar rêkaran dibe. Ji bilî wan her çar rêkaran, her rêyeke din a neqanûnî tê hejmarkirin.” Endamekî Perlemana Kurdistanê jî dibêje, “Axiftina li ser hilweşandina Perlemanê muzayedeya siyasî ye.”
Piştî civîna yekê ya gera şeşê, deriyê Perlemanê ji bo civînan nehatiye vekirin, sedem jî ew e ku heta niha aliyên siyasî li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê li hev nekiriye.
Axiftina li ser hilweşandina vê gera perlemanê keftiye ser zarê çend aliyên siyasî. Birêveberê Ragehandina Perlemana Kurdistanê Saman Ehmed ji K24ê re got, “Li dû qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hilweşandina her gereke perlemanê bi çar rêkaran dibe. Ji bilî wan her çar rêkaran, her rêyeke din a neqanûnî tê hejmarkirin.”
Civîna bê ya Perlemana Kurdistanê ji bo hilbijartina desteya serokatiya perlemanê ye, ji bo diyarkirina jivanê civînê jî danûstandinên navbera PDK û YNKê tê çaverêkirin.
Endamê Firaksiyona PDKê li Perlemana Kurdistanê Xoşnaw Aqobanî jî ji aliyê xwe ve got, “Li paşerojeke nêzîk lihevkirina pêkanîna hikûmetê tê kirin.”
Xoşnaw Aqobanî amaje jî da, “Axiftina li ser hilweşandina Perlemanê muzayedeya siyasî ye.”