Mesrûr Barzanî: Em pabendî zêdetir pêşxistina çanda pêkvejiyana navbera pêkhateyan in
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Patiryarkê Kenîseya Rojhilat dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 23.04.2025) pêşwaziya Patiryarkê Kenîseya Rojhilat kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Di wê civînê de Mar Giyorgîs Yonan pesna pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe ji bo tevlîbûna xwe ya di merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê de diyar kir, ku ji bo rêzgirtin û bilind nirxandina nimûneya geş a pêkvejiyana olî û pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê ye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê “pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zêdetir pêşxistina çanda pêkvejiyana navbera pêkhateyên Kurdistanê” jî tekez kir.