Brîtanyayê sizayê aborî ji ser du wezaretên Sûriyeyê rakir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Brîtanyayê radigehîne ku, sizayê aborî ji ser du wezaretên Hikûmeta Sûriyeyê ya nû rakiriye.
Nivîsîngeha Bicihanîna Sizayên Darayî ya Brîtanyayê îro (Pêncşem, 24.04.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Wezareta Navxwe û Wezareta Bergiriyê yên Sûriyeyê êdî di nav lîstên sizayan de nînin û çavkaniyên wan ên darayî nayên sekinandin.”
Nivîsîngeha navbirî herwesa ragehand, “Sizayên li ser hejmareke komên cuda cuda yên medyayî û ajansên zanyaran hatine rakirin.”
Wê nivîsîngehê ron jî kir, “Ew siza pêştir ji ber serkutkirina welatiyên Sûriyeyê û piştgiriya rijêma Esed li ser wan her du wezaretan hatibûn sepandin.”
Piştî nemana rijêma Esed, Hikûmeta Sûriyeyê ya nû bizavê dike welatên rojavayê û Civaka Navdewletî razî bike ku sizayên xwe ji ser wê rakin.”