Îtalya: Em bi giringî li peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêrin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya civîna xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê de, Balyozê Îtalyayê li Îraqê pesna seqamgirî û pêşkeftina Herêma Kurdistanl kir, herwesa xwesteka welatê xwe ji bo berfirehkirina alîkariyên hevpar bi Îraq û Kurdistanê re tekez kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 24.04.2025) pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê Niccolo Fontana kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye ku, di wê civînê de gengeşe li ser peywendiyên Îtalyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û berdewamkirina alîkariyên hevpar di warên aborî, çandî, perwerdeyî û parastina kelepûrî de hatin kirin û tekez li ser berdewamiya hevahengiyê di warên cuda cuda de kir.
Li dû wê ragehandinê, Nêçîrvan Barzanî pesn û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo rolê erênî yê Îtalyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û piştgiriya wê ya berdewam ji bo Pêşmergeyan û bernameyên pêşxistinê de diyar kirin, herwesa tekez jî li ser giringiya bihêzkirina alîkarî û hevpariya bi Îtalyayê re di kertên cuda cuda de kir.
Balyozê Îtalyayê li Îraqê Niccolo Fontana jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, welatê wî bi giringî ve li peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre, herwesa pesna seqamgirî û pêşkeftina Herêma Kurdistanê kir û xwesteka welatê xwe ji bo berfirehkirina alîkariyên hevpar di hemî waran de bi Îraq û Kurdistanê re tekez kir.