Feysel Yûsif: 26ê Nîsanê di bîrdandka Kurdan de dibe westgeheke dîrokî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) radigehîne ku, Nûnerê Serok Barzanî Hemîd Derbendî sibe (Şemî, 26.04.2025) li Rojavayê Kurdistanê tevlî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî dibe.
Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif îro (În, 25.04.2025) li ser rûpela xwe ya taybet li tora civakî ya Facebookê parve kir, “Roja 26ê Nîsanê ew roj e ku yekrêzî û pêgeha Kurdan li Rojavayê Kurdistanê tê dîtin, ev jî lûtkeya xebata dirêj û dijwar e ji bo xurtkirina hevpariya niştîmanî li Sûriyeya paşerojê bi hevgirtina helwesta Kurdan.”
Feysel Yûsif herwesa gotiye, “Em şerefmend in ku Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî jî li roja 26ê Nîsanê tevlî karûbarên konferansê dibe.”
Ev piştevaniyeke mînevî ya mezin e ji bo karûbarên wê konferansê, ku piştevaniya yekîtiya Kurdan dike.
Navbirî amaje jî daye, “Nabe em rolê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo amadekirina wê konferansê û biserxistin û yekkirina gotara Kurdî ji bîr bikin.”
Berdevkê ENKSê tekez jî kiriye, “Roja 26ê di bîrdandka Kurdan de dibe westgeheke dîrokî, ji ber ku ber bi yekkirina Kurdan ve ye pêxemetî avakirina Sûriyeyeke demokrat ku hembêza xwe ji hemiyan re veke.”
Ji aliyekî din ve jî şandeke Bakurê Kurdistanê ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokrat (DBP) Keskin Baynder, Endamê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Serhan Arin û perlemanter Saliha Aydeniz, Gulgan Kacmaz û Mihemed Kamatiş gehişt Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê wê fermengehê û berpirsa wê Îlham Ehmed ve hat pêşwazîkirin.
Di wê serdanê de, Keskin Baynder amaje da giringiya lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî, ku sibe li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Bal kêşa ser wê yekê jî ku gelê Kurd bi dilgermî ve li wê yekê dinêre, hêvî kiriye ku ew konferans bibe destpêkek ji bo çêkirina bingeha yekkirina niştîmanî ya Kurdistanê.