Termê Papa Francis îro li Romayê tê veşartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Vatîkan bi beşdariya nêzîkî 200 hezar kesan û 162 şandeyên navdewletî, şah, serok û serokwezîrên cîhanê, di nav de jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 26ê Nîsanê merasîma bixakstatina termê Papa Francis lidar bixe.
Li gorî medyaya Îtalyayê, merasîma bixakspartinê îro dest pê dike, termê Papa Francis dê 12 kîlometreyan di nav Romayê re were hilgirtin, dû re li dêra Santa Maria ya li Romayê were veşartin.
Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Papa Francis peyamên sersaxiyê pêşkêşî Vatîkanê kirin.
Papa Francis, roja Duşemê 21ê Nîsana 2025an, di 88 saliya xwe de koça dawî kir ku yekem papa di dîrokê de ku di sala 2021an de serdana Herêma Kurdistanê kiribû.