Israîlê êrîş kir ser başûrê Beyrûtê

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê êrîş kir ser başûrê Beyrûtê, ew jî piştî haydarî da ku ew dever bê berdan.

Ajansa Reutersê ya nûçeyan îro (Yekşem, 27.04.2025) parve kir ku, hêzên Israîlê êrîş kir ser avahiyên başûrê Beyrûtê. Ev êrîş jî seetekê piştî haydariya Israîlê ji bo welatiyên başûrê wî bajarî hat kirin.

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee li ser tora civakî ya Xê haydarî daye şêniyên başûrê Beyrûtê û nivîsiye, “Ji ber êrîşên me bo ser dezgehên Hizbulahê, ez daxwazê ji xelkê taxên başûrê Beyrûtê dikim, xasma taxa Hedasê, berdin.”

Avichay Adraee amaje jî daye, “Ew welatiyên nêzî wan avahiyan in ên ku bi rengê sor hatine diyarkirin, ji bo silametiya jiyana xwe bi kêmî ve 300 metran ji wê deverê dûr bikevin.”

Li destpêka vê mehê, ji ber êrîşên Israîlê li ser devereke li bin kontirola Hizbulahê li başûrê Beyrûtê, çar kes hatin kuştin ku berpirsekî Hizbulahê jî di nav wan de hebû.

 

 
Fly Erbil Advertisment