Erdhejeke din bi hêza 4.9 pileyan Tirkiye hejand

Navenda Nûçeyan (K24) - Desthilata Birêvebirina Karesatan û Hawarhatinê ya Tirkiyeyê erdhejeke din bi hêza 4.9 pileyên Rêxterê ragehand, ku navenda wê erdhejê bajarkê Sivriceyê bû.
Li dû wan zanyarên ku birêveberiya wî welatî di malpera xwe de parve kirine, ew erdhej li derengê şeva borî bi kûrahiya 11.31 kîlometran çê bûye û herwesa li parêzgehên Melatya û Adyamanê jî hest pê hatiye kirin.
Ajansa AFADê di ragehandina xwe de eşkere kiriye, “Erdhejekê bi hêza 4.9 pileyên Rêxterê devera Sivriceyê ya girêdayî parêzgeha Elazigê vegirt, herwesa ji aliyê şêniyên parêzgeha Melatyayê ve jî hest pê hatiye kirin, lê heta niha çi zirareke wê nehatiye eşkerekirin.”
Li Stembolê li bakurê rojavayê Tirkiyeyê di dema sê rojan de 47 erdhej çê bûn, ya herî bihêz jî bi hêza 6.2 pileyên Rêxterê bû.